Malbatên Wanî "nobeta ewladan" a li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand
Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandin serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê vê hefteyê jî domand.
Nevzat Umut Uzel
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
photo: Nevzat Umut Uzel / AA
Türkiye, Van
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku bi salan e çalakiya xwe didomînin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Abdullah Arslanê ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku bi salan e haya wî ji birayê wî tuneye.
Arslan bangî birayê xwe kir û wiha got:
"5 sal e ez ji bo birayê xwe têm. Ez li vê derê gazî birayê xwe dikim. Ji bo Xwedê vegere. Welatekî me yê pir xweş heye. Birayê min xapandin û birin. Demeke dirêj e em lê digerin. Ez dixwazim teslîm bibe. Diya min, birayê min li benda te ne. Em ji te pir hez dikin. Êdî vegere."
Wêne : Nevzat Umut Uzel/AA
3956447 | Latest Muslim News, Islamic Updates & World Coverage 2026