Nour Mahd Ali Abuaisha, Mahmut Geldi
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê da hat diyarkirin ku heyeta bin serokatiya Xelîl el-Hayye da gihaşt Misirê.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku heyeta Hemasê di çarçoveya mizakereya nû ya ku dê sibê li Qahîreyê dest pê bike û çend rojan dewam bike da dê bi rayedarên Misirî û navbeynkarên din ra tetbîqkirina merhaleya ewil a agirbestê guftûgo bikin.
Hat gotin ku di peywendiyên heyeta Hemasê yên li Qahîreyê da dê mijara dawîlêanîna îxlalên agirbestê yên ku Îsraîl li Xeta Xezeyê didomîne bîne rojevê û pêkanîna mekanîzmayên guncav ên ku dê derbasbêna merhakleya duyemîn a agirbestê pêk bîne jî bên guftûgokirin.
Di daxuyaniyê da agahî hat dayîn ku dê heyet li Qahîreyê bi komên din ên Filistînî ra hevdîtinê bike û hevdîtinên di navbera komên Filistînî jî dê li ser "Yekîtiya neteweyî" bin.
Hat ragihandin ku di heyeta Hemasê ya bin serokatiya Hayye da Zahîr Cebbariyê Berpirsyarê Şerîaya Rojava ya Hemasê Endamên Buroya Siyasî ya Hemasê Husam Bedran û Gazî Hamed cî digirin.
Li Xeta Xezeyê ji 10ê cotmeha 2025an vir va ku agirbest ketiye meriyetê vir va di êrîşên Îsraîlê da 947 Filistînî hatin kuştin, 2 hezar û 935 kes birîndar bûn.
Hat eşkerekirin ku di êrîşên ku Îsraîl ji cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da bi tevahî 72 hezar û 956 kes hatin kuştin, 173 hezar û 43 kes jî birîndar bûn.