BÎTLÎS (AA) - Kaldereya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê bi sirûşta xwe ya şîn bûye va li benda ziyaretvanên xwe ye.
Kalderaya Namrûdê ya ku di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî da "Xelata Bêkêmasîtiyê" hilda bi gola xwe ya zelal, heyberên pêkhateyên volkanîk yên li hawirdor, dûkelên buxarê û sirûşta xwe ya dewlemend va balê dikşîne.
Gola mezin a li nav Kalderayî cî digire bi hewaya xwe ya paqij û dîmenên xwe yên nuwaze va her sala bala tebîethezan dikşîne.
Kalderya ku bi germbûna hewayê şîn bûye îsal jî li benda ziyaretvanan e.
Yamî Çîçekê ku herêm ziyaret kir got ku bû heyranê kalderayê.
Çîçek diyar kir ku çiqas firsend dît dê bê kalderayê û got ku "Em gelek caran ahtine Nemrûdê. Tebîeta wê gelekî xweş e. Xira nebûye. Ez pêşniyazî her kesî dikim ku bên herêmê. Bi gol û dûkelên buxarê va cihekî nuwaze û bêhampa ye."