Reşit Dağ
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Li xaçerêya Taxa Yolbîlenê ya gundewar a li rêya hawirdorê ya Wêranşarê otomobîla bi plakaya 42 FCA 67 û kamyona bi plakaya 71 EF 691 a ên ku navê ajokarê wan nehatiye hînbûn li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da 3 kesên di otomobîla ku di bin kamyonê da man bi xebata ekîbên îtfaiyeyê ji wesayîtê hatin derxistin.
Di qezayê da 2 kesên hê nasnameya wan nehatiye diyarkirin li cihê bûyerê mirin. Ekîbên tenduristiyê kesekî din ê ku di qezayê da birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê.
Birîndarê ku li nexweşxaneyê hat dermankirin digel midaxeleya hat kirin bi ser xwe va nehat û jiyana xwe ji dest da.