Masîkefalên ku di rêwîtiya koçê da ne û nêçîra qaqlibazan a masiyan bala ziyaretvanan dikşîne
Necmettin Karaca
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
photo: Necmettin Karaca / AA
Türkiye, Van
Kesên ku Parka Tebîatê ya Masîkefalan a li Erdîşa navçeya Wanê ziyaret dikin masîkefalên li Gola Wanê dijin û di heyama xerzdanînê da ber bi avên şêrîn va diçin û qaqlibazên ku bi girtina wan va zikê xwe têr dikin, temaşe dikin.
Rêwîtiya masîkefalan a ji bo xerzdanînê ber bi avên şêrîn ên ku dikişin Gola Wanê ya di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da dewam dike.
Wênekêş û kesên ku tên Parka Tebîatê ya Masîkefalan a Erdîşê koça masiyan û girtina qaqlibazan a masiyan temaşe dikin.
Wêne : Necmettin Karaca/AA
Ji ziyaretvanan Turan Mercan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi jin û zarokên xwe va hatiye dîtina masîkefalan û wiha axivî: "Dîmenên ku em dibînin bi rastî jî ecêb in. Gelek kes ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê, ji navçeyên me yên nêzîk û ji herêma me li vir in. Masîkefalên ku li cîhanê tenê li Gola Wanê dijîn feydeyeke giring didin turîzma herêma me. Ev yek jî wekî xelkê herêmê me pir kêfxweş dike."
Meral Kizildereya ku ji Bursayê hatiye jî wiha got: "Cihêkî nûwaze ye. Min cara yekem koçberiya masîkefalan dît. Masî bi awayekî xweşik banz didin û qaqlibaz jî nêçîra wan dikin. Kêfa min pir jê ra hat. Ev der cihekî nuwaze ya siruştê ye. Ez dixwazim her kes were û bibîne."
Vefa Kayayê ku ji Agiriyê hatiye jî wiha axivî: "Me li ser înternetê vîdyoyên bendava masiyan dîtin û me meraq kir. Em ji ber meraqê hatin û em niha temaşe dikin. Bi rastî jî cihekî xweş e, hema wekî ku mirovan vegotine û wekî ku me di vîdyoyan da dîtiye."
3956355 | Latest Muslim News, Islamic Updates & World Coverage 2026