Gola ku gelê herêmê jê ra dibêje "Zagos" û qedera 26 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye, her sal bi ava belekiyên li serê Çiyayê Deveyê va zindî dibe.
Gola Zagosê ya ku ji ava berfê çêdibe, bi daristanên darên çamê yên li derdorê û Çiyayê Deveyê yê hê jî belekiyên berfê li ser hene, dîmeneke sipehî derdixe holê.
Gol û dewrûbera wê ya ku bala siruşthezan dikişîne, bi dronê hat kişandin.
Ji aliyekî din va gol bi tesîra kelekela germa havînê piçûk dibe û bi rêjeyeke mezin dimiçiqe.