Rüveyda Mina Meral
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Festîvala Sifir Bermayik a ku ji berhemdariya vejenê heta aboriya lixweger, ji teknolojiyê heta hunerê bi naveroka xwe ya berfireh va li Balafirgeha Ataturkê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn da jî rastî eleqeyeke mezin tê.
Di çarçoveya festîvala ku bi hîmayeya Emîne Erdogana Seroka Lijneya Şêwrê ya Şexsiyetên Payebilind a Sifir Bermayikê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Seroka Rûmetê ya Weqfa Sifir Bermayikê bi hevkariya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî hat lidarxistin da çalakî tên lidarxistin.
Di mihrîcana ku çalakiyên şahiyê jî tên lidarxistin da ji bo zarok û ciwanan atolyeyên ji bo ji materyalên paşdaguherînê çêkirina pêlîstok û berhemên hunerê, lîstikên bi mijara hawirdor, pêşbazî û bernameyên perwerdeya înteraktîf jî cî digirin.