Li Zanîngeha Batmanê merasima mezûniyetê hat lidarxistin
Xwendekarên ku ji Zanîngeha Batmanê mezûn bûn, ji bo wan merasima mezûniyetê hat lidarxistin.
İbrahim Toprak
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
photo: İbrahim Toprak / AA
Türkiye, Batman
Merasim li Kampusa Raman Rojava ya Zanîngehê hat lidarxistin, xwendekarên derçûyî meşa kortejê kir.
Rektorê Zanîgeha Batmanê Prof. Dr. Îdris Demir di merasimê da axivî û xwendekarên derçûyî pîroz kirin.
Demir diyar kir ku xwendekaran di rêwîtiya xwe ya jiyanê da rûpeleke nû vekir û wiha dewam kir, “Em îro li vê derê ne tenê merasimeke derçûnê li dar dixin. Em ked, fedakarî, hêsirên rijandî, dia û xeyalên çendîn salan xelat dikin. Îro di rêwîtiya jiyanê ya ewladên me da rûpeleke nû vedibe, malbatên me bi salan e di dilê xwe da hêviyan dikin û xeyalên wan hene. Em îro hemû bi hev ra dibin şahidê kêliya dîrokî ku hêvî û xeyalên wan pêk tên, berhemên xwe hildidin.”
Wêne : İbrahim Toprak/AA
Demir destnîşan kir ku bi mezûniyetê ra xwendekaran agahî, tecrube qezenc kirin û bi xwe bawer in. Demir wiha dewam kir:
"Hûn êdî ne tenê mezûnek in. Hûn ew endazyar, xebatkarên tenduristiyê, werzişvan, hunermend, miteşebis, rêvebir û zanyar in ku di ayindeya vî welatî da tesîra we wê çêbe."
Piştî ku xwendekaran kep avêt hewa, bername bi dawî bû.