Mehmet Niyazi Deniz, Recep Çelik
03 Hezîran 2026•Rojanekirin: 03 Hezîran 2026
Li Sêrtê tir û otomobîl li hev qelibîn, yek jê xedar 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 GOS 028 û tirekî ku hê navê ajokarê wan nehatiye hînbûn li texma Pireya Kezerê ya rêya Sêrt-Kurtalanê li hev qelibîn.
Ji ber tesîra qelibînê tir welgeriya, 5 kesên di wesayîtan da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, UMKE, AFAD, îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Kesekî ku di otomobîlê da asê mabû û giran birîndar bibû bi xebata ekîbên îtfaiyeyê ji cihê wî hat derxistin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.
Wêne : Siirt İtfaiyesi-AFAD İl Müdürlüğü/AA