Rauf Maltaş
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Li Şanliurfaya ku bi mekanên dîrokî, nirxên xwe yên geştiyariya baweriyê û xwarinên xweş, di bazara geştiyariyê da her ku diçe zêdetir para xwe digire, bi qerebalixiya di Cejna Qurbanê da ji bo geştiyariya bajêr bû hêviyek.
Bajarê ku bi saya hebûnên xwe yên geştiyariyê di warên bawerî, çand û gastronomiyê da, her roj bêtir û zêdetir geştiyaran dikişîne, û bi cihên xwe yên bêhempa ku dîrok û siruşt lê digihîjin hev, ezmûnek tatîlê ya bêhempa pêşkêşî mêvanan dike.
Li gorê danayên Wezareta Çand û Geştiyariyê, di tatîla cejnê da 65 hezar û 446 kesan serdana Girê Mirazan kiriye.
Girê Mirazan di sezona tatîlê da wekî yek ji 3 kavilgehên li Tirkiyeyê herî zêde tê ziyaretkirin, hat tomar kirin.
Navçeya Herana yek ji kevnewartirîn cihên cîhanê ye ku di nava Lîsteya Berwext a Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê da ye. Ev kavilgeh hejmareke mezin ji hezkiriyên dîrokê dikişîne, wekî nîşaneyeke dîrokî ya giring derketiye holê.
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê ku bi saya Gola Bendava Bêrecûkê dişibe bajarekî perava deryayê, ji aliyê geştiyarên ku dixwazin di nav siruştê da wext derbas bikin va eleqeyek mezin kişand.