Hakan Çopur
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
Trumpê Serokê Amerîkayê li Ofîsa Oval piştî merasima îmzeya biryarnameyekê, pirsên rojnamegeran ên têkildarî rojevê bersivandin.
Trump bal kişand ku mizakereyên bi Îranê ra hê jî didomin û wiha got, "Diyar kirin ku mizakere pir baş didomin. Heger (rêkeftin) pêk were, dibe nebe jî, lê heger bibe bo nimûne mumkin e dawiya hefteyê rêkeftin pêk were."
Trump destnîşan kir ku Îran heger rêkeftinê îmze bike dê wê yekê qebûl bike ku çeka nukleerî danehêne û bi dest nexe. Trump got ku Îran pir nêzîkî vê yekê ye.
Ji aliyekî din va Trump di bersivandina pirsa, gelo bermayiyên nukleerî yên tên ragihandin li Îranê çalkirî ne dê bi çi awayî bên derxistin da got ku ew ê vê yekê bi Îranê ra bikin û wiha dewam kir, "Em dixwazin vê yekê bikin, ew di vê mijarê da dem demî nêrîna xwe diguherînin. Lêbelê dema ev kar qediyan, em ê biçin wê materyalê werbigirin û ji navê bibin."
- "Îsraîl û Hizbullah dê êrîşî hevdu nekin"
Trumpê Serokê Amerîkayê di nirxandina xwe ya têkildarî êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê da jî diyar kir ki wî pêvajoya navborî kir bin kontrola xwe û mizakereyên bi Îranê ra didomin.
Trump qala peywendiyên bi rayedarên Hizbullahê ra kir û wiha got, "Bi rastî cara ewil me bi Hizbullahê ra peywendî pêk anî. Duh qebûl kirin ku dê gule (li dijî Îsraîlê) agir nekin. Îsraîl jî dê gule bernede wan."
- "Çawa rêkeftin pêk were Tengava Hurmuzê dê vebe"
Serokê Amerîkayê ji xeynî van bal kişand ku çawa rêkeftin pêk were Tengava Hurmuzê dê vebe û got ku di vê mijarê da xebatên pêwîst tên meşandin.
Trump îdia kir ku bi tenê li hin cihên tengavê mayinên deryayî mane û paqijkirina van a di demeke kin da mumkin e û wiha got, "Bi Îranê ra rêkeftin çawa pêk were Tengava Hurmuzê dê hahanga vebe."