Muhammed Emin Canik
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Li gorî NNAya ajansa nuçeyan a Libnanê, artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê avahiyeke li bajarokê Duweyra ser bi Nebatiyeyê bordûman kir.
Di êrîşê da kesekî canê xwe ji dest da kesek jî birîndar bû. Avahiya ku bû armanc bi temamî rûxiya.
Di êrîşa Îsraîlê ya dijî bajarokê Hebûşê jî 2 kesan canê xwe ji dest da.
Artêşa Îsraîlê destê sibehê bajarokên Nebatiyeya Jorîn, Zibdîn, Şukîn, Cibşît û Kefir Tebnît bordûman kir.
Herwiha balafirên cengê yên artêşa Îsraîlê li bajarokê Dêr Zehranî ya Nebatiyeyê avahiyek kir armanc.
Artêşa Îsraîlê li bajarê Sûrê, bajarokên Burc Qelawey û Dêr Kîfa hedef girt.
Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Burc Qelaweyê da kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Herwiha, di êrîşeke Îsraîlê ya li nêzîkî Nexweşxaneya Cebel Amil a li bajêr da, avahiyeke bankê hilweşiya û 12 kes birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê li navçeya Mercayûnê ya başûrê Libnanê jî hilweşandina avahiyan domand.
Di heman demê da, pêlek mezin a koçberiyê ji bajarokên Arnaya û Ankûnê yên li başûrê Libnanê hat dîtin, ku artêşa Îsraîlê di bin gefên êrîşan da niştecihên wir neçar kir ku birevin.