Serokomar Erdogan: "Emê beşdariyên Zîraat, Vakif û Halkê bikin yek û pêşkêşî gel bikin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Emê beşdariyên Zîraat, Vakif û Halkê bikin yek û pêşkêşî gel bikin."
Ekip
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
photo: TCCB / Murat Çetinmühürdar / AA
ANKARA
Serokomar Erdogan li Navenda Fînansê ya Stenbolê di "3yemîn Lûtkeya Aboriya Îslamê ya Cîhanê" da axivî.
Erdogan li ser aborî û îqtîsadî axivî û got, "Beriya ku mirov derbasî paradîgmayeke îqtîsadî ku binemayên edalet, exlaq, hilberîn û levakirina adil bike navend, yek nikare pêşiya qeyranên aborî bigire."
Serokomar Erdogan herwiha anî ziman ku cîhaneke adiltir mumkun e û got, "Dema em vê dibêjin weke malbata mirovahiyê em dibêjin, di aboriyê da, di têkiliyên navneteweyî da em ne mehkûmê take pergalekê ne. Iqlîma ewle û îstiqrarê ya erdnîgariya me, mixabin bi bandora şer, qeyran, şerê birakujî û nezelaliyan, roj bi roj zêdetir tê texrîbkirin."
Erdogan tekezîkir ku Fînans beşdarî ne tenê ji bo Misulmanan belkî ji bo hemî cîhanê modêleke adiltir û ewletir e û got, "Bi sererastkirina qanûnî ya ku duhê kete rewacê ra, me bernameyeke teşwîqê ya rikaber ku cazîbeya veberhênanê ya welatê me zêde bike, xist meriyetê."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Emlak Katilim, bû yek ji dînamîktirîn aktorên fînansa beşdariyê. Armanca me ew e, em Emlak Katilimê pêşkêşî gel bikin. Ewê gava me yî din ew be ku em beşdariyên Zîraat, Vakif û Halkê bikin yek. Dema van hêzên xwe kir yek, sektor dê xurtbûnekê cûda bi dest bixe."
Erdogan wiha jî got, "Di çaryeka pêşî ya 2026an da, nirxa bazarê ya şîrketên ku di endeksa beşdarbûnê da cih digirin, gihîşt ji sedî 36ê nirxa bazarê ya şirketên li Borsaya Stenbolê têne bazirganîkirin."