Emin Ferhat Sevilir
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
Li Refahiyeya navçeya Erzincanê wesayîta bazirganiyê ya sivik welgeriya, ji ber qezayê 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi plakaya 06 CNA 36 a ku K.G diajot li texma gundê Salurê ya Derbasoka Kizildagê ya rêya Erzincan-Sêwasê welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên polês, cendirme, tenduristî û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Bi ambulansan 5 kesên di wesayîtê da û ajokarê di qezayê da birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzincanê.
Hat hînbûn ku xetereya jiyana birîndaran tune.