Burak Dağ
31 Gulan 2026•Rojanekirin: 31 Gulan 2026
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu digel agirbestê daxuyand, wî telîmat da ku êrîşên bejayê yên dijî Libnanê û dagirkirin were berfirehkirin.
Netanyahu beşdarî bernameyekê bû û der barê dagirkirin û êrîşên ku li başûrê Libnanê didomînin da daxuyanî da.
Serokwezîr Netanyahu diyar kir, wî telîmat da artêşê ku dagirkeriya li Libnanê berfirehtir bikin û êrîşan tundtir bikin.
Netanyahu destnîşan kir ku yekîneyên bejayê yên artêşa Îsraîlê li Libnanê derbasî bakurê Çemê Lîtaniyê bû, wan girê stratejîk ê ku Keleha Şeqîfê ya dîrokî lê ye jî dagir kir.
Netanyahu duh di daxuyaniya xwe da gotibû ku wan dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê derbasî aliyê din ê Çemê Lîtaniyê kir.