Mahmut Geldi
01 Hezîran 2026•Rojanekirin: 01 Hezîran 2026
Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Girava Keşmê û herêma Gorûkê yên nêzîkî Tengava Hurmuzê radar û navendên kontrola komûtaya dronan kirin armanc.
Li ser hesabê CENTCOMê yê platforma medyaya civakî ya şîrketa Xa navend Amerîkayê, der heqê mijarê da daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku dawiya hefteyê li dijî radar û navendên kontrola komûtaya dronan ên Îranê yên li Girava Keşmê û herêma Gorûkê êrîş hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, droneke Amerîkayê ya cure MQ-1 gava li ser avên navneteweyî difiriya ji hêla Îranê hat daxistin û lewma ev êrîş hatin kirin û wiha hat gotin:
"Balafirên cengî yên Amerîkayê jî bilez bersiv dan û parastina asîmanî ya Îranê, îstasyoneke kontrola bejayî û 2 dronên ku ji bo keştiyên ji avên herêmî derbas dibin gefa eşkere ne, berteref kirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di êrîşên dijî Îranê da ji hêzên Amerîkayê ziyaneke canî çênebû.