Li Zozanê Bulbulanê ku 2 hezar û 580 mêtro bilind e yê li ser sînorê Erdexan-Artvînê ku bi berfê nixûmiye, sobe hê jî vêdikevin.
Li zozanê bilind ê girêdayî Erdexanê di roja ewil a meha hezîranê da jî hewaya sar a zivistanê heye.
Li hin deveran berf digêjêje mêtroyekê û germahiya hewayê jî bi şev dadikeve binê sifirê.
Gelê herêmê êdî tên zozanê û ji ber ku hewa sar e sobeyên xwe vedixin.
Emre Bozkurtê li zozanê kar dike daxuyand ku îsal zivistan dirêj bû.
Bozkurt got ji ber ku hewa sar e ew li kargeha xwe sobeyê vedixin.