Hilmi Sever
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
Tîma bi hîv û stêrk duh ji Stenbolê hat Mîamîyê.
Tîmê li Navenda Antremanê ya Florîda Blueyê ya tîma Lîga Futbolê ya Amerîkayê Inter Mîamî FCyê ya li Fort Lauderdaleyê antremana xwe ya ewil kir.
Li vir 15 deqîqeyên ewil ên antremanê ji bo çapemeniyê vekirî çêbû.
Tîma ku wê di 7ê Hezîranê da derkeve pêşberî Venezuelayê bi rêvebiriya rahêner Vîncenzo Montella va antremana xwe temam kir.
Ferdî Kadîogluyê ku tedawiya wî dewam dike ji tîmê cuda xebitî.
Kerem Akturkoglu di destpêkê da bi tîmê ra xebitî û paşê tena serê xwe dewam kir.
Kenan Yildiz jî li salona otela ku tîm lê dimîne bi tena serê xwe xebitî.
Tîma neteweyî sibê wê dîsa antremana xwe bike û amadehiyên xwe yên ji bo pêşbirka li dijî Venezuelayê bidomîne.