Arife Yıldız Ünal
02 Hezîran 2026•Rojanekirin: 03 Hezîran 2026
Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu beşdarî Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Wezîr Uraloglu wê sibê di saet 10.00î da beşdarî Maseya Edîtorên AAyê bibe, pirsên li ser veberhênanên qada gîhandin û agahdariyê bibersivîne û li ser rojevê biaxive.
Li ser mijarên wekî rengvedanên şerê li herêma Kendavê ku nêzî roja 100emîn bûye û tesîra şer a li ser gîhandinê, rewşa dawî ya xebatên projeya Rêya Pêşketinê û Korîdora Navîn û projeya Rêya Hesin a Hîcazê, li Tirkiyeyê geşedanên dawî yên projeyên pergala rêhesinê ya nav bajaran û trena bilez, bikaranîna qada esmanî ya Tirkiyeyê, xebatên qada feza û peykê û verastkirina medyaya civakî wê ji Uraloglu pirs werin pirsîn.
Daxuyaniyên Wezîr Uraloglu wê li ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) werin weşandin, li ser hesabên NSosyal û Xê jî (@anadoluajansi, @aa_finans, @AACanli) wê kêlî bi kêlî werin weşandin.