Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Uraloglu: "Em di 5Gyê da ji 30 milyonî derbas bûn"
Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu der barê xizmeta 5Gyê da got, "Nêzî 100 milyonî aboneyên me yên GSMyê hene. Ez dikarim bêjim em van rojan di 5Gyê da ji 30 milyonî derbas bûn"
Ekip
03 Hezîran 2026•Rojanekirin: 03 Hezîran 2026
Türkiye, Ankara
Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu der barê xizmeta 5Gyê da got, "Nêzî 100 milyonî aboneyên me yên GSMyê hene. Ez dikarim bêjim em van rojan di 5Gyê da ji 30 milyonî derbas bûn."
Wezîr Uraloglu bû mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA), pirsên edîtoran bersivandin û li ser rojevê axivî.
Uraloglu li ser keştiyên ku li Tengava Hurmuzê mane û trafîka asîmanî sekinî û wiha axivî, "Li Tengava Hurmuzê ji 9 keştiyên ku xwediyên wan Tirk in, 7 dixwazin derkevin, em wan dişopînin. Balafirên me li Rojhilata Navîn an jî li Tengavê nemane. Îran ne tê da, ji bo hemû welatên Kendavê trafîka asîmanî vekirî ye."
Wezîr Uraloglu pirsa li ser Rêya Hesin a Hîcazê ya Nûjen bersivand û wiha got, "Em bi aliyê Siûdî ra diaxivin. Em plan dikin ku di merhaleya ewil da herin Erebistana Siûdî, ji wir heta Tengava Hurmuzê herin."
Uralogluder barê vekirina balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê da wiha got: "Em balafirgeha eskerî ya li Etimesgutê bi termînala wê ya nûjen va, bi tevahî ji nû va çêdikin û di 15ê Hezîranê da em ê bi Serokomarê me ra vekin."
Wezîr Uraloglu der barê xizmeta 5Gyê da jî wiha axivî, "Nêzî 100 milyonî aboneyên me yên GSMyê hene. Ez dikarim bêjim em van rojan di 5Gyê da ji 30 milyonî derbas bûn. Operator li tevahiya 81 bajaran û qismeke mezin a navçeyan hene."
Uraloglu pirsa ser rêhesinan jî bersivand û wiha got, "4 hezar û 164 kîlomêtre tora me ya rêhesinê heye ku çêkirina wê dewam dike. Di 2028an da armanca me ew e ku em ji vê 3 hezar kîlomêtreyî têxin dewrê û bi tevahî derxin 17 hezar kîlomêtreyî. Me di rexê projeya rêhesinê ya ku leza wê super e û di gozergaha Enqere-Stenbolê da ji Akyaziyê heta Enqereyê dest bi xebatên çêkirina 276 kîlomêtre otorêyekê kir."
3955125 | Latest Muslim News, Islamic Updates & World Coverage 2026