Piştî betlaneya Eyda Qurbanê ji ber wesayîtên ku vedigerin di Otorêya Anadoluyê û rêbeja D-100î da li texma Bolu û Duzceyê qerebalixiya trafîkê heye.
Di Otorêya Anadoluyê û rêbeja D-100î da ber bi aliyê Stenbolê va li texma Boluyê roja înê piştî nîvro qerebalixiya wesyîtan dest pê kir û hê dewam dike.
Trafîk li ber gîşeyên Gerede û Yenîçagayê, di Rampeyên Koroglu û li texma Çaydurtê zêde ye. Li texma Bolu, Elmalik û Tuneya Çiyayê Boluyê diherike.
Di rêbeja D-100î da jî di Rêya Pêwendiyê ya navbera Gerede û Behra Reş da, li Yenîçaga û Çaydurtê û li navenda Boluyê trafîk zêde ye.
- Duzce
Di Otorêya Anadoluyê da ber bi îstiqameta Stenbolê va li Duzceyê jî qerebalixî heye.
Li texma gîşeyên Beykoy, Duzce, Sînîrcî û Golyakayê jî wesayît hêdî hêdî diçin.
Di rêbeja D-100î da jî ber bi îstiqameta Stenbolê va jî trafîk heye.
Di her du rêyan da jî trafîk ber bi îstiqameta Enqereyê va normal diherike.