Li Saraykoya navçeya Denîzliyê otobusa rêwiyan li bariyeran qelibî û agir pê girt û di encamê da 1 jê dergûş 8 kes mirin, 33 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a plaqe 45 BAH 834 a fîrmaya Pamukkale Turîzmê ya ku Mustafa Fevzi Merdun (50) diajot, di Otorêya Denîzlî-Aydinê da li nêzîkî Taxa Tirkazê li bariyeran qelibî.
Bi tesîra qelibînê va agir bi otobusê girt.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, AFAD, UMKE, polês, cendirme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Ji ber şewatê ya ku ekîbên îtfaiyeyê temirandin, ajokar Merdun û ji rêwiyan jî Merve Erik, Fatma Kartal, Gulitay Boga, Zehra Eyiol, Hayriye Arikan, Civan Şen û kurê wî yê 9 mehî Eyip Miraç Şen mirin, 33 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Eşkere bû, di otobusê da ya ku sefera Îzmir-Antalyayê dikir, 38 rêwî û 3 peywirdar hebûn.
Ji bo otopsiyê term rakirin morga Serokatiya Koma Denîzliyê ya Saziya Tiba Edlî.
Xebatên ekîban ên li deverê kuta bûn.
Rêya ku ji ber qezayê qedera 4 saetan ber bi aliyê Denîzliyê girtî ma, piştî rakirina otobusê cardin vebû.