Xwezahezan serdana Gola Quling kirin û Zozanê Ilicayê jî keşif kirin.
Bi germbûna hewayê ra herêma ku bi kulîlkên rengîn xemilandî ye, dilê xwezahezan xweş kir.
Mêvanên ku li herêma Çiyayê Kurtikê bi tunêlên berfê wext derbas kirin, hewl dan bi berhevkirina çopên di rê da jî hişyariya ji bo paqijkirina tebîetê zêde bikin.
Xwendekara zanîngehê Zekiye Kilbaşê got ku wan dem di xwezayê da derbas kiriye ku bi hatina biharê ra zindî dibe.