Ahmet Dursun
28 Gulan 2026•Rojanekirin: 28 Gulan 2026
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê daxuyaniyeke nivîskî belav kir ku tê da destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da di bin hemahengî û îzna hêza deryayî da tevî tankerên neftê, konteyner û keştiyên bazirganiyê 23 tankerên neftê ji Tengava Hurmuzê ra derbas bûn.
Di daxuyaniyê da wiha jî hat gotin:
"Di Tengava Hurmuzê da sitandina îznê ji bo hatûçûnê û dabînkirina hemahengiyê mecbûrî ye. Wekî ku pêştir hat ragihandin, derbasbûnên ji guzegahên din ra ewê weke binpêkirinekê bê nirxandin û tedbîrên pêwîst bên sitandin."